Bêcih û Bêwar, Di Berhemên Fawaz Husên de Wuslat û Fîraq

Fîraq û wuslat ji demên kevnare heya serdema me gelek caran bûne mijara edebiyatê. Ev mijar wekî ji veqetîna tiştekî û bêrîkirina wî di edebiyatê de cih digrin. Ev tişt dikare bibe evîndar an jî welat. Di nav vê çarçoveyê de veqetîn û bêrîkirina welat jî cureyeke wuslat û fî...

Full description

Saved in:
Bibliographic Details
Main Author: Mehmet Şirin Filiz
Format: Article
Language:Arabic
Published: Mardin Artuklu University 2024-10-01
Series:Mukaddime
Online Access:https://dergipark.org.tr/tr/doi/10.19059/mukaddime.1496756
Tags: Add Tag
No Tags, Be the first to tag this record!
Description
Summary:Fîraq û wuslat ji demên kevnare heya serdema me gelek caran bûne mijara edebiyatê. Ev mijar wekî ji veqetîna tiştekî û bêrîkirina wî di edebiyatê de cih digrin. Ev tişt dikare bibe evîndar an jî welat. Di nav vê çarçoveyê de veqetîn û bêrîkirina welat jî cureyeke wuslat û fîraqê ye. Di vegeranên bi vî rengî de lehengek ji ber sedemên cuda mecbûr dimîne ku ji welatê xwe derkeve û paşê jî vedigere welatê xwe ango digihîje wuslatê. Ev mijar bêtir di edebiyata dîasporayê de têne dîtin. Di vê edebîyatê de ku wekî edebiyata penaberan jî tê dizanîn problemên penaberan ku ew li xeribiyê rûbirû mane û hesret û vegera welat mijarên sereke ne. Mijarên bi vî rengî di edebiyata kurdî ya dîasporayê de jî têne dîtin. Kurdên ku gihaştin Ewropayê li vir civakên dîasporîk ava kirin. Ji ber îmkanên vê derê hem ji aliyê siyasî ve hem jî ji aliye çandî ve gelek tişt bi dest xisitin û derdorekî gîrîng ya nivîskarên dîasporayê li vir ava bû. Fawaz Husênê ku ev ji zêdetîrê çil salî ye li Parîsê dijî jî wekî nivîskarekî dîasporîk yek ji wan nivîskaran e ku herî zêde van mijaran di edebiyata xwe de bi kar aniye. Ji ber vê sedemê ev xebat dil dike ku destnîşan bike ka gelo di cîhana wî ya edebî de wuslat û fîraq çawa reng vedane. Di nav vê çarçoveyê de di vê xebatê de, kurteçîrok û romanên wî hatine analîzkirin. Di encamê de hatiye dîtin ku di navenda cihana wî ya edebî de bajarê Amûdê ku ew lê ji dayik bûye û bajarê Parîsê hene ku ew li wir di sirgûnê de dijî. Amûdê bajarê wî yê zarokatiyê û xewn û xeyalên nîvcomayî ye û Parîs jî bajarê biyanîbûn û melankoliyê ye. Karakterên wî jî di navbera van herdu bajaran de bê cih û bê war mane û bi wê hêviyê dijîn ku rojeke vegerin welatê xwe ango bigihijên wuslatê ve dijîn.
ISSN:1309-6087