Pêşgira Dariştinê ya “ra-”yê û Fonksîyonên Wê yên Morfosemantîk di Berhemên Klasîk ên Kurmancîya Jorîn da
Mijara vê xebatê pêşgira dariştinê ya “ra-”yê û fonksîyonên wê yên morfosemantîk in. Dariştin yek ji rêbaza peyvsazîyê ye. Di vê rêbazê da gireyeke dariştinê li morfemeke xweser zêde dibe û maneyeke nû lê bar dike. Carinan jî li rex maneyê cureya peyvê jî diguherîne. Xebat ji alîyê mijar, korpus û d...
Saved in:
| Main Author: | |
|---|---|
| Format: | Article |
| Language: | English |
| Published: |
Mardin Artuklu University
2024-09-01
|
| Series: | Artuklu Kurdology |
| Subjects: | |
| Online Access: | https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/4174462 |
| Tags: |
Add Tag
No Tags, Be the first to tag this record!
|
| Summary: | Mijara vê xebatê pêşgira dariştinê ya “ra-”yê û fonksîyonên wê yên morfosemantîk in. Dariştin yek ji rêbaza peyvsazîyê ye. Di vê rêbazê da gireyeke dariştinê li morfemeke xweser zêde dibe û maneyeke nû lê bar dike. Carinan jî li rex maneyê cureya peyvê jî diguherîne. Xebat ji alîyê mijar, korpus û dîyalektê ve hatiye sînorkirin. Ji bo vê xebatê wekî korpus Dîwana Melayê Cîzîrî, menzûmeyên Feqîyê Teyran (Şêx Sen’an, Bersisê ‘Abid, Zembîlfiroş, Şerê Dimdim) û Mem û Zîna Ehmedê Xanî hatine hilbijartin. Di xebatê da metoda zimannasîya senkronîk û teknîka analîzê ya zimannasîya kargîn hatine bikaranîn. Di vê çarçoveya analîzan da ji alîyê binyad û teşeyê ve peywend jî li ber çavan hatiye girtin.Wiha be çêtir e.. Di destpêka xebatê da metod, teknîk û çarçoveya xebatê hatiye destnîşankirin. Di beşa pêşî da derheqê bingeha teorîk a xebatê da agahî hatine dayîn. Di beşa analîzê da pêşî derheqê gireya “ra-“yê da agahî hatine dayîn û piştre peyvên ku ev gire wergirtine li gorî peywenda metnê hatine analîzkirin. Di encama xebatê da ev kategorîyên semantîk ên pêşgira “ra-”yê hatin tesbîtkirin: Bilindkirina tiştekî û belavbûna deng, razan an jî hişyarbûn, destpêkirina rûdanekê û peywirdarkirina kesekî, saxbûn û hatina bi ser hişê xwe û xurtkirina maneyê û şiyan. |
|---|---|
| ISSN: | 3062-0236 |