Li Gor Pîvanên Edebîyata Zarokan Nirxandına Çîrokên Çetoyê Zêdo yên Ji Bo Zarokan

Zarok, kesayetek e ku ji hêla raman û nerînê ve ji mezinan cuda ye. Cudabûna zarokan di qonaxa bi navê zarokatîyê de bi awayekî zelal tê dîtin. Pêhesîna xwemalîbûna zarokan û pêşxistina vê xwemalîbûnê pêwîstîya herî giring ya vê qonaxê ye. Zarokên ku di vê qonaxê de bên ferqkirin, divê ji hêla mezin...

Full description

Saved in:
Bibliographic Details
Main Author: Aydın Meral
Format: Article
Language:English
Published: Mardin Artuklu University 2025-01-01
Series:Artuklu Kurdology
Subjects:
Online Access:https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/4312278
Tags: Add Tag
No Tags, Be the first to tag this record!
Description
Summary:Zarok, kesayetek e ku ji hêla raman û nerînê ve ji mezinan cuda ye. Cudabûna zarokan di qonaxa bi navê zarokatîyê de bi awayekî zelal tê dîtin. Pêhesîna xwemalîbûna zarokan û pêşxistina vê xwemalîbûnê pêwîstîya herî giring ya vê qonaxê ye. Zarokên ku di vê qonaxê de bên ferqkirin, divê ji hêla mezinan ve eleqeyeke taybet û piştgirîyê bibînin. Ev piştgirî wê bibe alîkar ku zarok hem di dema zarokatîyê û hem jî dema mezinatiyê de aram û serkeftî bibin. Di vê kontekstê de edebiyata zarokan, yek ji qadên herî sereke ye ku di hêla ramanî de sûdê dide zarokan. Berhemên ku rastî û îzafîyeta zarokan bi awayekî serkeftî di wan de hatine bikaranîn, ji bo xwînerên piçûk giring in. Di vê xebatê de çar pirtûkên çîrokan yên zarokan û çîroknûsîya Çetoyê Zêdo ku yek ji niviskarê edebiyata zarokan e; ji hêla ziman, naverok, ramanî ve di çarçoveya krîterên edebiyata zarokan de hatine nirxandin. Bandora berheman ya li ser zarokan ji hêla nivîsaran ya giştî û helwesta wan di rexneyê de tên şirovekirin.
ISSN:3062-0236